Li Mêrdînê di encama şerê navbera 2 malbatan de, 17 kes birîndar bûn

Li Mêrdînê di encama şerê navbera 2 malbatan de, 17 kes birîndar bûn

 Li navçeya Qoserê a Mardîna Bakurê Kurdistan, di navbera du malbatan de şerê bi çek, kevir û daran derket, 17 kes birîndar bûn

Li Taxeke navçeya Qoserê di navbera du malbatan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Li ser mezinbûna nîqaşê, pevçûna bi kevir, dar û çekan derket, di encam de 17 kes birîndar bûn. 

Herwiha li ser agahdariyê tîmên tendurustî û cendirme çûn cihê bûyerê.

Birîndar ji aliyê tîmên tendurustiyê ve bo nexwaşxaneyên navçeyê hatin rakirin.

Hêzên cendirme li wê taxê tevdîrên ewlekariyê wergirtin.

Pustên heman beş