Xatemî: Em dûrî hilbijartinên azad û hevrikiyê ne

Xatemî: Em dûrî hilbijartinên azad û hevrikiyê ne

Serokê berê yê reformxwaz Mihemed Xatemî di daxuyaniyek giştî de got ku welatê wî “dûrî hilbijartinên azad û hevrikiyê ye”.

Ev daxuyanî berî destpêkirina kampanya hilbijartinên qanûnî, ku di destpêka meha bê de tê lidarxistin, wek banga boykotê hat nirxandin  Ji aliyê din ve, berpirsên pilebilind ên rejîmê, ji wan rêberê rejîmê, Elî Xamineyî, daxwaza zêdekirina rêjeya beşdariyê di hilbijartinên yekem de kir.

Malperên nûçeyan yên reformxwazan belav kirin ku Xatemî di daxûyaniya xwe de ji bo endamên “Partiya Hevgirtina Îrana Îslamî” gotiye: ” Axaftina Xamineyî ya di derbarê hilbijartinan de dikare alîkariya me bike ku em nêzîkî hilbijartinên baş bibin, lê mixabin di pratîkê de berevajî qewimiye”.

 Li gorî nûçeyên ku di medya Îranê de hatiye belavkirin, Xatemî diyar kiriye ku “pirrengî, azadî û hilbijartinên hevrikî nayê wê wateyê ku beşên cuda nûnertiya gelê Îranê dikin û tenê kevneperest û reformxwaz namzedên xwe hene”.

Xatemî her wiha diyar kir ku “reform bi tu kes, kom û saziyan re nakok nîne” û anî zimên ku li welat nerehetî û nerazîbûnek giştî heye.

Pustên heman beş