Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” du zarokên din revandin

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” du zarokên din revandin

Rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), li bajarê Kobanê yê Rojava Kurdistanê 2 zarok revandin.

Jêderekî xwecihî ji bajarê Kobanê ragihand: “rêxistina Ciwan Şoreşger her du zarokên bi navên Bekir Nesan Nesan û Mihemed Alî Nesan ku temenê wan di bin 18 saliyê de bûn, li bajarê Kobanê bi mebesta ku wan di nava refên yekîneyên parastina gel “YPG” de bikin çekdar revandîne.

Tevî ku HSD’ê di xizîrana 2019 de bi Netewên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava hêzên çekdar de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.

Li gorî çavdêran armanca rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mêjiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên PKK’ê de ye.

Pustên heman beş