Balafirên dewleta Tirk şeva derbasbûyî gundê Kafya yê nahyeya Dînarteyê ya Dihokê bombebarankir, di bombebaranê de 2 kes şehîd ketin.
Duh êvarê 20\2\2024ê balafirên dewleta Tirk gundê Kafya yê nahyeya Dînartê ser bi bajarê Akrê ve bombebaran kir, di encamê de du welatiyên bi navên Beşîr Umer û Arif Taha şehîd ketin ku temena wan di ser 50 salî de ne.
Beriya niha gund Kafya hatibû valakirin lê malbateke ku li wê deverê zevî û baxçe hebûn, duh vegeriya bûn gund.
Di êrşê de ji heman malbatê 2 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.