Di êrşa Tirkiyê de du sivîl hatibûn kuştin: (PSK) daxuyanî da

psk-info

Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) êrîşa Tirkiyê ya li Dihokê şermezar kir ku du sivîl tê de şehîd ketin û du jî birîndar bûn.

Balafirên dewleta Tirk êvara sêşemê 20\2\2024ê gundê Kafya yê nahyeya Dînarteyê ya qezaya Akrê bombebaran kir, di vê bombebaranê de jî 2 sivîlan canê xwe ji dest da û du birîndar bûn.

Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) li ser vê êrşê daxuyaniyek da û got: “Em qetilkirina Kurdên sivîl şermezar dikin”.

Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) di daxuyaniya xwe de got: “Li gundê Kafya yê dihokê du gundiyên sivîl yên bi navê Arif Taha û Beşîr Omer ji aliyê balafirên şer yên Tirkiyê ve hatin qetilkirin, em vê êrş û kiryara dijminane bi tûndî şermezar dikin.

Tirkiye bi salane ku bi hinceta PKKê gelek deverên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û dibe sedemê kuştina xelkê sivîl û ziyanê dide jiyana herêmê.

Divê Tirkiye dev ji van êrişan berde û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê rê nedin ku ev qetilamên bi vî awayî bidomin”.

Pustên heman beş