Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend biryaran di berjewendiya xelkê Helebce de dide

Masrour-Barzani-Halabca-info

Serokwezîr Mesrûr Barzanî fermana bilezkirina proseya bi qezakirina Xurmal û vekirina Koleja Bijîşkî li Helebceyê da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Sibatê bi saziyên îdarî yên parêzgeha Helebce re civiya û got: “Ez hatime guhdariya we bikim. Em çi bikin û çawa xizmeta Helebceyê bikin?”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berjewendiya xelkê Helebceyê de çend biryar dane û di nava wan de jî:

1- Li Helebce koleja Bijîşkî tê vekirin.

2- Helebce dê bibe xwedî statuyeke taybet û beşek ji dahata deriyên sînor dê ji bo projeyên bajêr were veqetandin.

3- Proseya bi qezakirina Xurmalê dê bileztir bibe û rêkarên îdarî dê bên cîbicîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her îro jî serdana Rêveberiya Giştî ya Hatinûçûnê ya parêzgeha Helebceyê kiribû û yekem plakeya otomobîlan ya Helebceyê derxistibû.

Serokwezîr Mesrûr li Helebceyê di yekem westgeha xwe de, serdana Bîrdariya Şehîdên Helebce kiribû û destegul li ber sembola şehîdan danîbû.

Pustên heman beş