Çar kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatin birîndar kirin

Kolberek bi guleyên rasterast ê hêzên ewlehiya Îranê hat şehîdkirin

Li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê yê Newsûd sê kolber bi guleyên rasterast yên hêzên Îranê birîndar bûn û kolberekî din jî li sînorê Bestam ya bajarê Seqizê bi guleya rasterast a hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve birîndar bûn.

Komeleya mafê mirov a Hengaw di vê derbarê de ragehand, şeva çarşemê, sê kolber ku nave du ji wan Fuad Karger, xelkê gundê Banewere yê Pawe û niştecihê bajarê Ciwanro û Suheyb ku paşnavê wî ne diyar li gel kolberekî din bi guleyên rasterast û lêdana keviran ji aliyê hêzên Îranê ve li sînorê Newsûd yê Pawe bi giranî birîndar bûne.

Komeleya mafê mirov ya Hengaw diyar kir, Fuad Karger ji ber giraniya birîna xwe ji bo nexweşxaneya bajarê Pawe hatiye veguhestin û piştre jî ji bo nexweşxaneya Talqanî ya bajarê Kirmaşanê hatiye ragirin û niha li jêr çavdêriya hur ya bijîşkan de ye û rewşa wî ya tendurustiyê xirabe.

Di heman demê de, Kazim Osmanî yê temen 28 salî û xelkê bajarê Seqîzê ye, di dema kolberiyê de li sînorê Bestam yê Seqizê bi guleyên rasterast yên hêzên komara Îslamî ya Îranê birîndar bûye û ji bo nexweşxaneya Şefa ya wî bajarî hatiye veguhestin û li jêr çavdêriya bijîşkan de ye.

Pustên heman beş