PKKê mirina van 4 ciwanan 5 sale veşartibû

PKK-Ciwan-Gerila-Turkey-info

Rêxistina PKKê nasnameya 4 çekdarên xwe yên din îfşa kir ku ew jî weke bi sedan rêhevalên xwe bi salane mirina wan veşartî hiştibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja înî 23/2/2024ê nasnameya 4 çekdarên xwe aşkere kir du jê zarok ku li 11 tebaxa sala 2018ê li Avaşînê ya li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û PKKê paş derbasbûna 5 salan ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Navên wan wisaye:

Osman Ebdulla ji Çewlîgê.

Îslam Hadî ji Burdur.

Ebdulrehman Mihemed ji Amedê.

Dogan Hesen ji Wanê.

HPGê di pesnê van çekdarên xwe de dîsa gotiye ew Apoyî bûn û fedayê Apo bûn.

Ji destpêka sala nû 2024ê ve, PKKê weke salên berê her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan parvedike, ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan daye mirinê û mirina wan veşartî hiştî.

Pustên heman beş