Bi sedema PKKê Tirkiyê careke din gef li YNKê xwarin

bafil-slemani-ynk-pkk-turkey-info

Çapemeniya ser bi hikûmeta Tirkiyê radigehîn ku YNK, li nav bajarê Silêmaniyê û gundên derdorê, binke ji bo hêzên PKKê vekirine, ji aliyeke din ve jî perwerde û rahênanên leşkerî dide endamên wê partiyê, ku ji Rojavayê Kurdistanê ve diçin bo Silêmaniyê.

Malpera Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragehand, PKK bi rêya navên cuda ve li navçeyê ne û mijûlê karê veguhestina madeyên hişberin li nav Iraq û Îranê.

Li Silêmaniyê çend prtî û rêxistinên siyasî hene di bin navên cuda de kar ji bo PKKê dikin û ew jî wek Tevgera Azadî, PJAK, Ofîsa Lêkolîna Jinên Kurd û Navenda Akademî ne.

Herwaha bi zimanê çend çavkaniyekî jî radigehîne, YNKê nasname ji bo endamên PKKê derxistiye, ji bo rê ji bo wan veke ku bi azadî li navçeyê bimînin û kar bikin. Ew hevkarî jî wek pirekî stratejîk a peywendiyên navbera Qendîl heta Sûriyê bikartînin.

Herwaha radigehîne: ‘’Li Silêmanî perwerde û rahênan bi wan endamên PKKê re tê dayîn ku ji Sûriy ve tên. Ji aliyekî din ve YNK rê daye milîsên ser bi Îranê ku Silêmaniyê wek xeta derbasbûna ji bo xwe gehandina Sûriyê bikarbînin.’’

Li gor heman malperê, ketina helîkoptera alîkariyê ya navbera wan herdu partiyan, bi temamî aşkera kir, dema 15ê Adar a 2023yê li sînorê parêzgeha Duhokê ketxwarê û 9 endamên PKKê têde jiyana xwe ji dest dan. Herwaha şandina berpirsê Dijeteror a YNKê Wehab Helebceyî ya roja 22.04.2023yê bo Sûriyê ji aliyê Bafil Talebanî ve û beşdariya serxweşiya wan kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane, asta wan peywendiyên di navbera YNK û PKKê de jî bi temamî aşkera kir.

Ajansa Anadolu dibêje, serdanên fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ji bo Silêmaniyê û civîn û wêne girtina wan li gel Serokê YNKê Bafil Talebanî, wê peyamê dide ku peywendiyên bihêz di navbera wan herdu partiyan de heye.

Heman çavkanî bangeşeya wê yekê dike ku ev raporte li Silêmaniyê amade kiriye, amaje bi wê yekê jî dike ku Bafil Talebanî roja 23.11.2022yê li gel Cemîl Bayik ku yek ji rêveberên serekî yê PKKê ye û Mezlûm Ebdî ji bo civînekî partiyên siyasî vexwandiye Dukanê û ew civîne wek nimûneyekî din a hevkarî û hemahengiya di navbera YNK û PKKê jî piştrast dike.

Li gor Ajansa Anadolu, YNK di bin navê şerê dijî DAIŞê de ew peywendiyên li gel wan rêxistinên dijî DAIŞê de heye, di heman demê de PKK bi vê rêyê ve çek û teqemen û pêdiviyên din bi rêya balefirgeha Silêmaniyê ve digehîne Rojavayê Kurdistanê.

PKK di nav Silêmaniyê de çalakiyan dike

Derbarê çalakiyên PKKê yên nav Silêmanî û derdorê de jî malpera fermî ya Tirkiyê dibêje, gelek kiryarên terorîstî yên PKKê li nav wî bajarî de tê kirin, nav wan de şewitandina binkeyê partiyên siyasî jî di nav de. Di xwepêşandanên sala 2020ê de rêxistinên ser bi PKKê binkeyê YNKê û Tevgera Gorran û PDK û binke û saziyên giştî li navenda Silêmanî, Helebce, Ranya û Qeladizê şewitandin. Rojnameyên navxwe yên Herêma Kurdistanê wê demê amaje bi wê yekê jî kirin ku PKKê nexşe daniye, ji bo dest li ser gelek xal û navçeyan de bigre.

Ajansa Anadolu amaje bi wê yekê jî kir ku 16.08.2023yê PKKê bi rêya yekîne û rêxistina Gencên Şoreşger ve dest daye karên terorîstî û gelek zevî û baxên li Ranya û Silêmaniyê şewitandine.

PKKê aboriya Silêmaniyê jinavbirine

Li gor raporta malpera Anadolu, PKKê dest daniye ser sînorê berfireh ê Silêmaniyê, Tirkiye jî geştên balefirgeha Silêmaniyê bo Tirkiyê ragirtine, ev yek bandorekî xirab li ser aboriya Silêmaniyê kiriye, bi wî awayî vê balefirgehê rewşa navnetewîbûnê ji ber ragirtina geştên esmanê Tirkiyê ji dest daye.

Bi baweriya çavdêran, ev raporta malpera fermî ya Tirkiyê, gefxwarinekî nû ya Tirkiyê ye li YNKê û bi taybet jî ku vê dawiyê berpirsên payebilind ên wî welatî gefên cîdî li YNKê dixwin.  

Çavkanî: basnews

Pustên heman beş