MÎTê berpirsekî PKKê desteser kir

Murat-Kizil-net

Dewleta Tirk ragihand, berpirsekî PKKê yê bi navê Murat Kizil yê bi navê kod Mezlûm Mêrdîn ji hêla MÎTê ve hat desteser kirin, wexta ku hewla derbasbûnê bo Ewropayê dikrî.

Ajansa Anadolu duh roja înî 23/2/2024ê belav kir ku berpirsê PKKê Murat Kizil yê bi kodnavê “Mezlûm Mêrdîn” bi operasyona hevpara MÎTê û rêveberya giştî ya ewlekariyê hat desteser kirin dema hewl dida bireve Ewropayê.

Destnîşan kir, li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, MÎTê û serokatiya da’îreya îstîxbaratê cihê ku Murat Kizil ku li dervey welat xwe lê vedşêre tesbît kir, demekê hat şopandin, dema hewl da bireve Ewropayê hat girtin.

Hat diyarkirin Kizl ku anîn Tirkiyeyê di sala 2015an da tevlî PKKê bûbû, li Rojava û Başûrê Kurdistanê di asta berpirsiyariyê de bû.

Pustên heman beş