Emerîka hêzên zêdetir şandin Rojavayê Kurdistanê

Emerîka hêzên zêdetir şandin Rojavayê Kurdistanê

Di çarçoveya bihêzkirina bingehên xwe li Sûriyê, balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî li bingeheke Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê danî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh Şemiyê 24ê Sibatê balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li gel helîkopterekê û jimareyek dron li bingeha Xirab Elcîr li gundewarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê danî.

Roja 21ê mehê jî balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk hevdemê firîna balafirên hevpeymaniyê li esmanê deverê li bingeha Xirab Elcîr li başûrê Rimêlan danî.

Pustên heman beş