10 kolberên kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin birîndarkirin

10 kolberên kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin birîndarkirin

Li sînorê Newsûd a li Rojhilatê Kurdistanê 10 kolberên kurd ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve gule li wan hatin berdan û birîndar bûn.

Li gor zanyariyan duh 24.02.2024ê êvarî, 10 kolber li sînorê Newsûd a ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve gule li wan hatin berdan û birîndarbûn.

Li gor çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê di nav wan kolberên birîndar de xortên 14 salî jî hene.

Rêxistinên Mafên Mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê berdewam hişyariyê li ser rewşa kolberan didin, ji aliyê hêzên Sipaha Pasdarên Îranê ve li ser sînorên Kurdistanê bi awayekî hovane dibin armanc, tên şehîd û birîndarkirin.

Pustên heman beş