Tirkiyê kuştina 4 çekdarên PKKê ragihand

PKK-Gerila-4-Kurdistan-Turkiye-net

Çar çekdarên rêxistina PKKê di êrîşeke asmanî ya dewleta Tirk de li çiyayê Gare hatine kuştin.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro roja yekşemî 25/2/2024ê ragihand, di êrîşekê de ku li çiyayê Gare pêkhatiye, 4 çekdarê PKKê bûne armanc û hatine kuştin.

Di daxuyaniya wezareta bergiriyê ya Tirkiyê da hat got: Êrîşên me yên bi bandor li dijî PKKê wê bidomin.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê li rojên 17 û 18/2/2024ê bi du daxuyaniyên cuda kuştina 8 çekdarên PKKê û herweha kuştina leşkerekî xwe ragihandibû.

Pustên heman beş