Li Sûriyê li hember binkeyekî Amerîkayê êrîş pêkhat

Li Sûriyê li hember binkeyekî Amerîkayê êrîş pêkhat

Li Sûriyê careke din bi mûşek êrîş li ser binkeyekî leşkerî yên hêzên Amerîkayê pêkhat.

Ajansa Sky News ragehand ku îro 26.02.2024ê bi mûşek êrîş li ser bîra gaz a Konîko ya li Sûriyê ku hêzên Amerîkayê têdene pêkhat.

Li gor heman çavkaniyê êrîş ji aliyê grubên milîs ên ser bi Îranê ve hatiye kirin û dengê çend teqînan hat bîhîstin, lê ziyanên wê êrîşê hîn nehatiye zanîn.

Piştî destpêkirina şerê li Xezeyê di navbera Tevgera Hemas û Îsraîlê de, grubên milîs ên ser bi Îranê li Iraq û Sûriyê binkeyên leşkerî yên Amerîkayê dikin armanca êrîşan. 

Pustên heman beş