Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ser bi PKK’ê ve zarokeke din revand

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ser bi PKK’ê ve zarokeke din revand

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê zaroka 16 salî ya bi nave Sediya Ezîz ji aliyê çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger”  ve ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigirin hate revandin.

Dayika zaroka revandî di hevdîtineke Tilfizyonî de ragihand ku roja Duşemê 16 Sibata 2024an dema li gel birayê xwe ji male derdiket li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên Ciwanên Şoreşger yên bi ser QSDê ve keça wê Se`diya ya 16 salî revandin.

Ibrahîn serbar kir û got wê eredana tevaya dam û dezgehên bi ser rêveberiya PYDê kir, û di destpêkê de red kirin ku keça wê li cem wane, û piştî derbasbûna 3ê rojan bi ser revandina keçawê ya revandî Se`diya yek ji çekdarên Çiwanên Şoreşker peyweniya wan kir û ji wan re got ku keça wan li cem wan e,û rahînana leşkerî dike.

Sediya Ezîz jidaykbûya bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye, sala 2008an e.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê Di sala 2019an de li Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha tu pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava QSDê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçar dikin.

Pustên heman beş