MÎTê berpirseka PKKê li Qamişlo kuşt

Îstixbarata dewleta Tirk îro ragihand, di operasyoneke taybet de, wan berpirsa PKKê ya bi navê Amîne Seyid Ehmed li Qamişloyê kuştiye.

Çapemeniya Tirkiyê îro roja sêşemî 27\2\2024ê belav kir ku îstixbarata Tirkiyê MÎTê berpirsa PKKê Amîne Seyid Ehmed bi navê kod Azadî Dêrk di operasyonekê de li Qamişloyê kuştiye.

Amîne Seyid Ehmed berpirsa dabînkirina roketan bû ji boy PKKê, ew li sala 2011ê tevlî rêxistinê bûye.

Çapemenîya Tirkiyê destnîşakir ku Seyid Ehmed ji êrîşên ser hêzên Tirkiyê yên li Tilrifetê bepirse, her wiha êrîşê mûşekî yên ku li ser bajarê kilîsê hatine kirin.

Pustên heman beş