Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî ji Minbicê direvînin

Jasim Hissen-pkk

Endamên rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê “PKK’ê” zarokekî temen biçûk ji bajarê Minbica bakurê Sûriyê revandin.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovî di daxuyaniyekê de ragihand ku endamên rêxistina “Ciwanên Şoreşger” zarokê bi navê Casim Hisên yê 17 salî ji gundê Doşan yê bajarê Minbicê yê gundewarên Rojhilatê parêzgeha Helebê, bi mebesta çekdarkirina wî revandiye. Casim Hisên dema ku di 11 Sibata 2024’an de ji xaleke kontrolê ya gundê Til El-Yasîtî li aliyê Rojhilatê bajarê Minbicê derbas dibû hatiye revandin û “Ciwanên Şoreşger” ew birin yek ji navendên xwe yên leşkerkirina bi zorê.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku ti kes ji endamên malbata wî ji vê yekê agahdar nebûne, û ew ji danûstandina bi malbata xwe re hatiye bêy par kirin û nehiştine malbata wî seredana wî bikin.

Fermandarê hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019’an de bi Vêrcînya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan re, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçar dikin.

Li gorî çavdêran, rêxistina “Ciwanên Şoreşger” û rêxistinên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê ve, armanca wan ji revandina biçûkan, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên partiya Karkerên Kurdistanê û xistina wan di nav refên partiyê de bi awayekî leşkerî ye.

Pustên heman beş