Sipayê Pasdaran ciwanekî kurd li sînorê Bane kuşt

Said-Jafar-Faraji-Iran-Pasdar-info

Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Seîd Ceifer Ferecî di dema kolberiyê de bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hate kuştin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê belav kir ku êvariya roja Duşemî 26ê Şibata 2024an, Seîd Ceifer Ferecî yê xelkê gundê Dewre Qelaya Seqizê di dema kolberiyê de li ser sinorê Hengejale yê ser bi Baneyê ve bi gulleyên rasterast ên hêzên sînorî hate kuştin.

Seîd Ceifer Ferecî yê temen 42 salî xizandare û bavê du zarokan bûye û li gor gotina çavkaniyên Hengawê, termê navbirî ji bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî hatiye veguhastin.

Li gor amarên tomarkirî li Nevenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala 2023an de li ser sînorên Banê 22 kolber hatine kuştin û 116 kolber jî hatine birîndarkirin.

Pustên heman beş