Îstixbarata Swêdî li ser malên kadroyên PKK’ê de girt

Îstixbarata Swêdî li ser malên kadroyên PKK’ê de girt

Îstixbarata Swêdî da zanîn ku di operasyoneke taybet de liv û tevgera hin kadroyên PKK’ê yên ku pere wek bac bi zorê ji hinek kurdan distînin ji nêz ve dişopînin û diyar kir ku ev demeke li ser vê mijarê lêkolînê dikin û bi ser ketine.

Li gorî agahiyên di çapemeniya welatê Swêdê de ku ji zardevê rayedarên Îstixbaratê hatine parvekirin, Îstixbarata welatê Swêdê çûye ser çendîn malên kadroyên PKK’ê ku di wan malan de gelek pere yê weke bac ji xelkê stendî hebûye, lewra ew kadroyên PKK’ê hatine girtin û desteser kirin.

Ev nûçe îro bi awayekî fermî di television û radyoya Swêdê de hatiye ragihandin.

Piraniya malbatên kurdan ku berê piştgiriya PKK’ê dikirin di niha de rastiya vê rêxistinê ji wan re eşkere bûye û dizanin ku PKK rêxistineke kirê girtiye û ji ber vê yekê wan li dezgehên fermîyên wî welatê Ewropî gilî tomar kirine.

Pustên heman beş