Ciwanên Şoreşger li taxa Şêx Meqsûd zarokeke din jî revand

Ciwanên Şoreşger li taxa Şêx Meqsûd zarokeke din jî revand

Endamên rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê, keçeke temen biçûk ji taxa Şêx Meqsûd a li gundewarê Helebê yê Bakurê Sûriyê ku di bin kontrola YPG’ê de ye, revand.

Çavkaniyeke herêmî ji taxa Şêx Meqsûd eşkere kir ku di 12 Kanûna pêşîna 2023’an de “Ciwanên Şoreşger” zaroka bi navê Roken Ehmed Mistefa ji dayik bûya sala 2008’an revand û got: keçkê di dukaneke “kuafor” de kar dikir, “Ciwanên Şoreşger” ew keç birin navendeke leşkerî ya li taxa Şeqîf û piştre radestî yekîneyên parastina jinê hate kirin.

Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku berpirsên Ciwanên Şoreşger piştî 40 rojan ji revandin û leşkerkirina “Roken”ê telefona wê radestî malbata wê kirine.

Roken 16 salî ye, ji gundê “Qirmitiliq”yê navçeya “Şiya”ya gundewarê herêma Efrînê ye.

Tê zanîn, fermandarê hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de bi Vêrcînya Gamba nûnera Netewên Yekbûyî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Pustên heman beş