Bi sedema saxkirina roja wefata “Barzanyê Nemir”, PKKê êrîşî bargehê PDK-Sê kir

ENKS-PDKS-pkk-kobane-barzani-mustafa-info

Ji ber saxkirina roja wefata general Mela Mistefa Barzanî, çeteyên PKKê êrîşî baregehê PDK-Sê li Kobanê kir û zirarên mezin gihandin baregehê.

Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, îro roja înî 1/3/2024ê çeteyên PKKê bi ser baregehê Partîya Demokrata Kurdistanê / Sûrye kir û her tişt tê de şikandin û ji nav birin.

Li gorî agahiyên destê me, Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûryê ENKSê biryar dabû ku roja wefata general Mela Mistefa Barzanî rêberê gelê kurd û bizava rizgarîxwaza kurd sax bike, ji ber vê sedemê bi dehan çeteyên PKKê bi ser baregeha PDK-Sê ya li Kobanê de girtin û baregehê têkdan.

Çavkaniyên me wêne û dîmenên êrîşa çeteyên PKKê yên li ser baregeha PDK-Sê şandine û tê de xweya dibe ku baregeh bi temamî hatiye têkbirin.

Pustên heman beş