Ciwanên PKK’ê.. Celadên azadiyê û cehşên modern

ciwanên-PKK-Rojava-kobane-Mustafa-Barzani-net

Bi minasibeta koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî duh kurdan li her derê bi azadane merasîmên bi bîranînê pêk anîn, lê li Rojava rewş cuda bû, çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ku rasterast fermana ji Qendîlê distînin li Kobanê û dirbêsiyê êrîş birin ser xelkê ku ji boy bîranîna general Mela Mistefa Barzanî li hev civiyabûn, van çeteyan heqaret bi wêneyên Barzanî, Ala Kurdistanê û xelkê di merasîmê de beşdar bûyî kirin û nehiştin ev merasîm bên berdewamkirin.

Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” li Rojava Kurdistanê her karê ku ew bixwazin dikin, ji revandina zarokan bigre heya şewitandin û kuştina mirovên bê guneh, ti kes û aliyek jî nikare pêşiya wan bigre, ew di ser her tiştekî de ne, ne rêveberiya xweser û ne jî ti aliyek din nikare ji wan re tiştekî bibêje, çima? Ji ber ku ew bi Qendîlê ve girêdayî ne û bi navê Ocalan tev digerin.

Di demekî de ku tevaya partî û aliyên kurdî yên nîştîmanperwer kar û xebatê berev avakirina nifşek Ciwanên zane û xwendevan û rewşenbîr hilgirî rewişt û mirovatî û perensîpên reseniyê bin dikin, lê aliyek û partiyek heye berevajî wê yekê dike û li dijî avakirina vî nifşê ciwanane, ew alî jî Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’e ye.

PKK’ê li Rojava Kurdistanê nifşekî çekdar ku tawanên rêkxiraw encam dide afrandiye, navê wan jî kiriye “Ciwanên Şoreşger”, ev nifşê ciwanan ku weke çeteyan tev digerin li Rojava Kurdistanê berdewame li ser karê revandin, dizî, talankirin, lêdan û şewitandina cihên giştî û çandina ramanên xerab di nava civaka kurd de.

Ciwanên PKK’ê li Rojava Kurdistanê, di serî de kar liser tûnekirin û jinavbirina her projeyekê yan xwenîşandan yan jî çalakiyek netewî dikin, êrîşa li ser merasîma bi bîranîna General Mela Mistefa Barzanî jî ne tiştekî nû ye, van çeteyan pêş niha çendîn karên din yên mîna vî karî encam dane, ji wan karan, pêş niha êrîşî çalakiyên salvegera serhildana 12ê adarê de kirin û rêgirî li encamdana wan çalakiyan kirin, piştre êrîşî çalakiya salvegera damezrandina yekem partiya kurdî kirin, herwiha rêgirîkirin li encamdan û vejandina her merasîm û çalakî û helkefteka netewî ku li Rojavayê Kurdistanê bê encamdayîn, û hewla rêgirîkirinê li encamdana cejna Newrozê jî kirin, piştre ala Kurdistanê û wêneyên Serok Barzanî şewitandin û tevaya alîkariyên mirovî yên ku ji aliyê Herêma Kurdistanê jibo malbatên hejar dihatin şandin didizîn, van çeteyan alîkariyên pizîşkî jî yên ku bi rênimayên Serok Mesûd Barzanî hatin şandin bo Rojavayê Kurdistanê jî dizîn, ti xerabî û bêexlaqiyek tuneye ku bi destê van çeteyên PKK’ê li Rojava Kurdistanê nehatibe encamdayîn.

Bi kurtasî di bin saya serê PKK’ê de ev rêxistina çete karên ewqas xerab û dûr ji exlaq dike ku ger mirov wan bi celadên azadiyê û cehşên modern bi nav bike wê ne şaş be.

Pustên heman beş