Wezareta bergirîya Tirkiyê kuştina 2 çekdarên PKKê ragehand

PKK-2-Gerila-info

Artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê êrîşên asmanî pêkanîne û di encamê de 2 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand, duh roja înî 1/3/2024ê balafirên keşfê li dijî liv û tevgerên PKKê yên li herêma operasyona Pence Kilîdê êrîş pêkanîne.

Destnîşan kir, di encama êrîşan de 2 çekdarên rêxistina PKKê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta hebûna binke û baregehên gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewam e. Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digire.

Pustên heman beş