Al-Monitor: Washington bi rêya pêşwazîkirina Mesrûr Barzanî ve peyam dide Îran û Iraqê

Al-Monitor-Blinken-Barzani-info

Malpera Al-Monitor radigehîne, Washington bi pêşwazîkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve peyam dide Îran û desthilatdarên erebên şîe yên Iraqê ku ji bo xatira Îranê dest ji Iraqê bernedin.

Al-Monitor di raporteke serenava ‘’Îdareya Biden piştevaniya Herêma Kurdistan a berxwedêr dike’’ û radigehîne: ‘’Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di dema civîna roja duşemê ya li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ragehand, Amerîka piştevaniya Herêma Kurdistanekî nerm dike û herêmê wek kevirê goşeyê yê di peywendiyên dînamîk ên berfireh li gel Iraqê dibîne.

Li gor heman raportê: ‘’Kevirê goşeyî û berxwedêr’’ ew pênaseyên dîplomatîk nînin ku em fêrbûne, ev yek tê wê wateyê ku bi rêya vê pênaseyê ve amajeyekî dişînin û peyamekî didin û dixwazin bibêjin ku Washington piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, herwaha ji bo xatira Îranê jî li gel Iraqê di vê mijarê de rêknabe.

Herwaha amaje bi wê yekê tê dayîn ku rewş geheştiye astekî ku Amerîka bi awayekî qonax bi qonax, Iraqê ji dest bide û hegemonya Îranê li ser hemû Iraqê ferz bibe, bi taybet jî piştî ku Çarçoveya Hemahengî ku hevpeymaniya Şieyên Iraqê ye û hikûmeta nû ya Iraqê pêkanîn, bi taybet vê dawiyê jî daxwaz kirine ku hêzên Amerîkayê ji Iraqê xwe vekşînin.

Al-Monitor radigehîne ku Îranê planek daniye ji bo dawîanîna Herêma Kurdistanê û nehiştina sîstema federalî, lê destûra Iraqê de biryar li ser vê hatiye dayîn. ‘’Dadgeha Federal yek ji amûrên bi bandor ê Îranê ye ji bo cîhbicîhkirina stratejiya Îranê. Bi vê dîtinê dadgeh biryar li dijî dosyaya petrola Herêma Kurdistanê û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê daye’’.

Pustên heman beş