Kolberek bi guleyên rasterast ê hêzên ewlehiya Îranê hat şehîdkirin

Kolberek bi guleyên rasterast ê hêzên ewlehiya Îranê hat şehîdkirin

 Kolberekî xelkê bajarê Tîkab a Rojhilatê Kurdistanê di dema kolberiyê de bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hat şehîdkirin.

Li gor zanyariyan îro 03.03.2024ê demjimêr 02:00ê serê sibehê hêzên ewlehiya Îranê li sînorê Hengejalî ya Bane gule berdan kolberan û ji ber wê jî kolberekî bi navê Elî Zerxamî yê temen 52 salî hat şehîdkirin.

Hat zanîn ew kolber bûye armanca gule berdana rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê û piştre gule li zikê wê ketiye û di cîh de jiyana xwe ji dest daye.

Elî Zerxamî xelkê gundê Sarîbax a ser bi bajarê Tîkab e û rûniştvanê bajarê Seqizê bûye, herwaha bavê 3 zarokan bûye.

Li gor amarên tomarkirî, di heyama meha sibat a 2024ê de 4 kolber û kasibkar li sînorê Rojhilatê Kurdistanê hatine şehîdkirin û 63 kolber jî birîndar bûne. 

Pustên heman beş