Wêve ji kû ve!

Girêbesta-Civakî-Info
  • Simko Ebdulezîz

Di şeva serê sala 2024an de li welatekî Ewropayê em komeke hevalên kurd ên ji partiyên cuda cuda ji her çar perçeyên Kurdistanê ji boy pîroz kirina sersalê li hev civyayîn.

Carê em kurd bi wê yekê tên naskirin her dema dû kurd li hev civiyan, rasterast dest bi nîqaşên derbarê mijarê siyasî dikin.

Kadroyekî dêrîn ê Partîya Karkeran her rast mijara girêbesta civakî a Rêveberîya Xweser a herêma Bakurê Rojihlata Sûryeyê xiste ber nîqaşê û wisa berçav kir ku qûnaxa dahatî a Başûrê biçûk wê ber bi asoyên geş ve biçe, piştî ku ev girîbest di dîsambera 2023an de hatiye pejirandin.

Vî kadroyê PKKê bi awayekî wisa behsa maddeyên vî destûrî kir ku her ji dîbaceyê heya dawiyê li ser bingehê fikra John Locke û hizirmendên bawer bi azadî, demokrasî û mafên mirovan û jiyana hevpar hene, hatiye nivîsandin.

Hevalan jî her yêk ji wan bi gor fikir û pisporîya xwe tevlî nîqaşê bûn, hinekan destxweşî kir û hinekan rexne kirin, lêbelê piranîya biraderan rexne li rista “Herêma Bakurê Rojihlata Sûryeyê” girt û gotin çima peyva Kurdistan yan Rojava Kurdistanê tê de cî negirtiye, ev yêk bû mijara sereke a nîqaşê, axaftin pir li ser hatin kirin û gihîşt asta tundiyê, loma û ji bo ku rewş hinekî aram bibe û heval hinek rihetir bin, min xwe kire xweş mirov û ji hevalan re go ku hûn mêhvanên min yên vexwarnekê ne, min go: “Hêve ji kû ve” û kenîm.

Li vê demê her rast hevalê Partîya Karkeran ji min re got: “Heval çima tu henekan bi me dikî?”, Min jê re got: “Heval bibore min ti henek nekirine, ez henakan bi fikra we nakim, min rêz ji boy heye, lê ez sitratejîya we napejirînim”.

Hevalê partiya karkeran got: “Heval em dizanin ku ev 20 salin tu ji nava partiya me veqetî û baweriya te bi me tune, lê ne ji rêzê ye tu henekan bi me dikî û tu nabêjî ev gotina te “hêve ji kû ve” dihête çi wateyê?”

Ez li vir neçar ma min jê re got:“Bibore heval piştî sala 2014an ez bi Başûrîyan re tevlî şerî li dijî terora DAIŞê bûym, pir axaftinên wan hatine ser zimanê min û bi rastîjî zimanê kurdî li cem Başûrîyan pir pîşketiye û carna dema ew dixwazin hêzê bidin gotina xwe peyvên biyan bi kar naînin, lêbelê gotinek kurdî bi kartînin.

“Derbarey gotina min “hêv ji kû ve” ev gotin kurdewarî ye kultûrî ye, li wê demê tê bikaranîn wexta gotin û reftara mirovî yekingirin û mumkin nebe mirov bikare wê gotinê bike kiryar”.

Hevalê partiya karkeran got: “Çima em nikarin? Min got hevalê birêz, hêjan tu gênicî û tu partiya xwe û sitratejîya partiya xwe nas nakî û ewa partiya te dibêje tam berevajî kar û kiryarên wê ye,, ez behsa wê nakim ya ku hevalan niha ji te re gotî, behsa fikra netewî û demokrasyeta civakê ya ku niha serokê te karî li jêr navê “Paradaym” ji boy dike nakim, lê derbarê demokrasiyetê û azadîya raderbirînê û mafên mirovan pêwîste dawî pirs be ku rayedarên we li ser bi axivin, ji ber ku hûn ewqas ji azadiyê fêm dikin ku bibêjin ez qurbanî serok bim yan gotinên neciwan ji hevrikê xwe ê siyasî re bibêjin.

Ger tu bixwazî û bizanibî ta çi astî partiya te bawerî bi azadîya raderbirînê heye? Fermo here Dola Lolan û bi “ax, av, hewa, kevir” ên wê bi axive ji bo ku bizanibî bihara wê bi xwîna kîjan mirovan geş dibe, ji bo ku bizanibî çi qas şoreşger û xebatkar û welatparêz yên ku bi tenê serokê te rexne kirî û bi fermana serokê te hatine înfaz û qetil kirin.

Di wê nîqaşê de, hevalê partiya karkeran nerîna min qebûl nekir û nepejirand, loma niha ji heman hevalî re dibêjim, fermû li azadiya raderbirînê û mafê mirov yên di girêbesta çivakî ya Bakurê Rojhilata Sûryeyê de binere kanê bi t away li roja 2 sibata 2024an li Başûrê biçûk hatine cî bi cî kirin.

Pustên heman beş