Ajansa Anadolu ya fermî zimanê dewleta Tirkiyê, ragehand, Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê bi operasyonekî berpirsa PKK/KCKê ya rêxistina ciwanan Gulsun Silgir li Silêmaniyê ji kar xistiye.
Li gor heman çavkaniyê ku nûçeya xwe spartiye jêderên ewlehiyê, MÎTê li çolterên Pênciwên a ser bi bajarê Silêmaniyê bi operasyonekî yek ji berpirsa rêxistinên ciwanan a PKKê ya bi navê Gulsun Silgir ku wek Sara Hogir Riha tê naskirin ji kar xistiye û di operasyona MÎTê de jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragehandin Gulsun Silgir an jî bi navê din Sara Hogir Riha ji sala 2011ê ve nav tevgera ciwanan a PKKê de cîh girtiye û beşdarî li çalakiyan kiriye û di xebatên xapandina ciwanan û tevlikirina rêxistinê de cîh girtiye û ji sala 2021ê heta naha jî li derdora Silêmaniyê beşdarî di karên rêxistinê de kiriye.