Ji Sûdanî hat xwestin peymana Şingalê were cî bi cî kirin

Mihemed Şiya Sûdanî

Îro 04.03.2024ê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi serokatiya şandeyekî hikûmeta Iraqê geheşte Şingalê û Parlamenterek jî dibêje: ‘’Li gel Sûdanî gotûbêja rewşa Şingalê me kir û pêwîste rêkeftina Şingalê bê cîhbicîhkirin.’’

Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê Mehma Xelîl ragehand, ji bo cara yekem Sûdanî serdana Şingalê kir û di vê serdanê de me ji Sûdanî re got, pêwîste Şingal bê ava kirin û herwaha rêkeftina Şingalê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê ku di navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin, bê cîhbicîh kirin.

Herwaha got, di civîna me ya li gel Sûdanî de me behsa wê yekê jî kir ku pêwîste hikûmeta Iraqê xelkê Şingalê qerebû bike û herwaha kar bê kirin ku koçber vegerin ser axa xwe û piştî ew karesatên bi serê Şingalê û Şingaliyan hatine pêwîste Şingal bê avakirin û îdareyekî nû piştî helbijartinên encûmena parêzgehan li Şingalê pêkbê.

Pustên heman beş