Serok Barzanî: Azadîxwazî hertim di naxê mirovê Kurdistanî de hebûye û dê bimîne

Serok-Barzani-Serhildan-info

Serok Barzanî bi helkefta hatina serhldana gelê Kurdistanê pîrozbahî li malbatên şehîdan, Pêşmerge û tevahiya gelê Kurdistanê kir û ragihand, “divê destkeftî, armanc û nirxên serhldanê bilind bimînin, bên parastin û xuritkirin. Divê di bin tu şert û mercan de û di bin tu zextan de neyên jibîrkirin û neyên xerakirin”.

Di peyama serok Barzanî de hat gotin: “Serhldan dirêjepêdana têkoşîna bi dehan salan û berhema berxwedan, ked û xwîna gelê kurd û hêzên têkoşer bû. Di jiyana gelê me de bû destpêkek nû û hêviyek nû. Serhldana gel a li dijî saziyên mêtînger û dagîrker peyameke pir zelal bû ku tevî hêza dagîrkeran jî îradeya serbilind û azadîxwazyê hertim di naxê mirovê Kurdistanî de hebûye û dê bimîne”.

Tekista peyamê eve:

Peyama serok Barzanî bi boneya serhldanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 33 saliya serhldana gelê Kurdistanê, pîrozbahyê li malbatên serbilindên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hemû welatparêz, têkoşer û azadîxwaz û hemû gelê Kurdistanê dikim.

Serhldan dirêjepêdana têkoşîna bi dehan salan û berhema berxwedan, ked û xwîna girseyên Kurdistanê û hêzên têkoşer bû û bû destpêkek nû û hêviyek nû di jiyana gelê me de. Serhldana gel a li dijî saziyên mêtînger û dagîrker peyamek pir zelal bû ku tevî hêza dagîrkeran jî îradeya serbilind û azadîxwaziyê hertim di naxê mirovê Kurdistanî de hebûye û dê bimîne”.

Destkeftiyên serhldanê yên gelê kurd û nifşên paşerojê ne. Bi boneya serhldana gelê kurd em tekez dikin ku divê destkeftî, armanc û nirxên serhldanê bilind bimînin, bên parastin û bihêzkirin. Divê di bin tu şert û mercan de û di bin tu zextan de neyên jibîrkirin û neyên xerakirin.

Silav li giyanê şehîdên serhldanê

Û hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê

Mesûd Barzanî

5 Adara 2024ê

Pustên heman beş