Berpirsekî PKK’ê li Silêmaniyê hat kuştin

Berpirsekî PKK’ê li Silêmaniyê hat kuştin

Berpirsê çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Husnu Kumek li parêzgeha Silêmaniyê di encama “Operasyona Artêşa Tirkiyê” de hat kuştin.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê Anadoluyê ragihand, piştî ku saziya Îstîxbarata Milî ya Tirkiyê “Mît”ê agahiyên îstixbaratê li ser cihê Husnu Kumek kom kirîn, di operasyoneke taybet de li bajarê Silêmaniyê ew kuştiye.

Husnu Kumek pêş niha pasewanê taybet yê Hevserokê PKK’ê Cemîl Bayik bû, lê di van demên dawî de li Silêmaniyê mijûlî çalakiyên nepenî bû.

Ev di demekî de ye ku du rojan pêş niha jî Mîtê kuştina berpirsa PKK’ê/KCK’ê ya rêxistina ciwanan “Gulsun Silgir” jî li Silêmaniyê ragihandibû, û heya niha PKK’ê ti daxuyanî di derbarê kuştina van du berpirsên xwe parve nekirîne.

Pustên heman beş