Du kolberên ku li sînorê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberî dikirin, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hatin birîndar kirin.
Li gor zanyariyan şeva borî di encama guleberdana rasterast a hêzên Îranê li ser hejmarek kolberên li sînorê Hengejal a bajarê Bane, 2 kolber birîndar bûn.
Heta naha nasnameya yek ji wan herdu kolberan aşkera bûye ku navê wî Fexredîn Yusifî ye û nasnameya kolberê din hîn nediyare.
Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw vê derbarê de ragehand, ew du kolber di lingên xwe de birîndar bûne û ji bo nexwaşxaneya Selahedîn Eyubî ya bajarê Bane hatine veguhestin û piştre Fexredîn Yusifî ji ber birîna wî giranbûye ji bo nexwaşxaneya Talqanî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhestin.