Şîe dixwazin desthilata dadwerên Îraqê zêdetir bikin

Şîe dixwazin desthilata dadwerên Îraqê zêdetir bikin

Partiyên Şîe yên Îraqê dixwazin bi rêya parlementoya Îraqê biryareke Meclîsa Serkirdayetiya Şoreşê “Meclis Qiyadet Sewre” di berjewendiya dadweran de hilweşînin.

Li gor agahiyan, di civîna Parlamentoya Îraqê ya di 24/2/2024’an de, xwendina yekê ji boy proje yasaya hilweşandina biryara jimare 15 ya sala 2003’an ya “Meclis Qiyadet Sewre”, ku tê de bas li wan bac û rûsumatan tê kirin yên li dadgeha û wezareta dad ji xelkê tên wergirtin û li dawiya mehê de ji sedî 70 bi karmend û dadweran tê dayîn, hatiye kirin.

Çavkanî didin xuyakirin, armanca partiyên Şîe bi taybetî Çarçoveya Hemahengiyê ji vê yekê ewe ku dermaleyên dadwer û karmendên dadgeha zêde bikin, herwiha desthilatên wan jî zêdetir bikin, bi vê yekê jî çarçoveya hemahengiyê dixwaze dadweran xelat bike ji ber ku biryaran di berjewendiya Şîeyan de didin.

Pustên heman beş