Dijeterora Kurdistanê: Droneke Tirkiyê çekdarên PKK’ê li Şingalê kirin armanc

Dijeterora Kurdistanê: Droneke Tirkiyê çekdarên PKK’ê li Şingalê kirin armanc

 Dijeterora Herêma Kurdistanê ragihand, droneke Tirkiyê komek çekdarên PKK’ê li Şingalê kiriye armanc û di encamê de berpirsek hatiye kuştin û zêrevanek jî birîndar bûye.

Dijeterora Herêma Kurdistanê belav kir, duh 08.03.2024ê êvarê demjimêr 17:30, droneke Tirkiyê, komek çekdarên PKK’ê li nêzîkî gundê Zerka yê li rojavayê Şingalê kir armanc.

Li gor daxuyaniya Dijeterora Herêma Kurdistanê, di êrîşê de berpirsekî îstixbarata PKK’ê hatiye kuştin û zêrevanek jî birîndar bûye.

Pustên heman beş