Rêveberiya PYD’ê berdewame li ser dabînkirina petrolê ji bo grûpên alîgirên Tirkiyê

Rêveberiya PYD’ê berdewame li ser dabînkirina petrolê ji bo grûpên alîgirên Tirkiyê

Rewangeha Sûrî bo mafên mirov eşkere kir ku rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) berdewame di şandina petrolê ji bo deverên di bin kontrola komên çekdarên ser bi Tirkiyê ve.

Rewangehê destnîşan kir, “Tankên bi sotemeniyê barkirî berdewam ji herêmên Rêveberiya Xweser ber bi herêmên di bin kontrola komên alîgirên Tirkiyê de di rêya derbasgeha Um Celûda Bakurê Rojavayê bajarê Minbicê, li Bakurê Rojhilatê Helebê, diçin.”

Rêveberiya PYD’ê berdewam petrolê ji bîrên petrolê yên li deverên di bin kontrola xwe de berhem tîne û ji boy deverên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de, û herwiha deverên di destê çekdarên ser bi Tirkiyê de dişîne.

Di demekî de ku krîza sotemeniyê li herêmên di bin kontrola Rêveberiya PYD’ê de berdewam dike, refên otomobîlan bi saetên dirêj li ber benzînxaneyan disekinin da ku benzîn û mazotê ji xwe re bi dest bixin, li şûna çareserkirina krîza sotemeniyê li Rojava Kurdistanê, PYD’e sotemeniyê ji boy deverên di bin desthilata Rejîma Sûriyê û deverên di bin desthilata komên ser bi Tirkiyê ve dişîne û ti giringiyê bi çareserkirina pirsgirêka sotemeniyê li Rojava Kurdistanê nade.

Pustên heman beş