Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zarokek din li taxa Şêx Meqsûd revand

Çeteyên bi navê"Ciwanên Şoreşger" zarokek din li taxa Şêx Meqsûd revand

Çeteyên bi navê “Ciwan Şoreşger” yên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) li taxa Şêx Meqsûda Helebê zarokekî temen biçûk revand.

Li gor agahiyan, rêxistina “Ciwanên Şoreşger” zarokê 15 salî yê bi navê Ebdulqadir Qeblan bi armanca çekdarkirina wî di nava refên YPG’ê de li Taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê revand.”

Ebdulqadir ji gundê Xullî yê navçeya Raco ya Efrînê ye.

Li gorî çavdêran armanca rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mêjiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.

Pustên heman beş