Berxwedana saxte ya PKKê roj bi roj zêdetir zirarê digihîne Herêma Kurdistanê

PKK-Turkey-Berxedana Saxte-net

Şerê saxte yê ku PKKe îdîa dike li dijî Tirkiyê dike, roj bi roj zêdetir zirarê dighîne Herêma Kurdistanê û welatiyên wê, herî dawî duh roja înî du welatiyên sivîl yên şêladizê ketin ber êrîşên dewleta Tirk û şehîd ketin.

Her ku diçe rêxistina PKKê pêtir liv û tevgerên xwe nêzî gundan û sînorê bajarokên Herêma Kurdistanê dike, rewş ji boy welatiyên gundan ewqas xeter bûye ku êdî nikarin li aqarê gundên xwe ti kesabetekê ji boy xwe bikin, herî dawî du welatiyên gundekî nahyeya Şêladizê ketin ber êrîşan û şehîd ketin.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro ragihand, di êrîşên 24 saetên rabûrî de 13 çekdarên PKKê hatine kuştin, PKKê ti daxuyanî derbarê zirarên xwe nedane, lê ya rast herdu alî rast nabêjin, Tirkiya û PKKe mijara îlankirina hejmara kuştiyan weke şerekî taybet li dijî hev dimeşînin, yê ku zirara rastîn ya vî şerê saxte jî dide, tenê welatiyên herêma Kurdistanê ne.

156 Sivîl ji tebaxa 2015ê li Herêma Kurdistanê bi sedema şerê PKKê û Tirkiyê şehîd bûne

Balafirên şer yên Tirkiyê duh teqîba liv û tevgerê PKKê yên li sînorê gundê Dêwkê girêdayî nahyeya Şêladizê kir, piştire gundê navbûrî bordoman kir û di encamê de du welatiyên bi navên Seîd Mubarek (1986) û Aras Ferec (1995) ku ji boy komkirina giyayê biharê derketibûn, şehîd ketin.

PKK-Turkey-Berxedana-Saxte-1

Li gorî agahiyên destê me, ji tebaxa 2015an ve 152 sivîl di encama êrşên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê de canê xwe ji dest daye û 228 sivîl jî birîndar bûne.

Ji destpêka îsal 2024ê jî heta niha 4 sivîlan li Herêma Kurdistanê ji ber êrşên Tirkiyê canê xwe ji dest daye.

Şerê PKKê û Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir zirarê digihîne welatiyên Herêma Kurdistanê. Ji ber wî şerî, nêzî 800 gundan û hejmareka deverên geştiyarî li sînorê Herêma Kurdistanê hatine wêrankirin û berdan. Piranya wan gundan dikevin sînorê parêzgeha Dihokê. Vê yekê jî zirarek zêde gihandiye kertên geştiyariyê û çandinê yên Herêma Kurdistanê.

PKKe bi rengekî sîtistmatîk hewla wêrankirina gundan dike

Rêxistina PKKê ji boy ku gundên Başûr bibin meydana şer û werin vala kirin, roj bi roj şerê xwe yên saxte nêzî gundan dike, rewş gihandiye astekî wisa ku hinekî maye jiyan bi temametî li gundên sînorî nemîne.

Li gor dawî amajeyên naverasta meha tebaxa sala rabûrî, 274 gund li sînorê parêzgeha Dihokê ji ber wî şerî hatine berdan ku 250 ji wan dikevin sinorê qezaya Amêdiyê û 24 jî dikevin sinorê qezaya Akrê. Herwesa 47 gund li sinorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê jî ji ber wî şerî hatine berdan.

Pustên heman beş