Hevserokê DEMê li Dihê bû Kûrha Derewan!

Hevserokê DEMê li Dihê bû Kûrha Derewan!

Hevserokê DEMê sardana Dihê kir û ji bo propagandeya partiya xwe axavtinek kir. Bangî xelkê Dihê kir ku denga nedin berbijêrê AKPê û bidin yê DEMê. Serdana Bakirhan a Dihê û axavtina wî di ANFê de wek nûçeyekî cih girt. Tê zanin ku ANF ajansa nûçeya ya PKKê ye û li gora propagandeya PKKê weşana xwe dike.

Nûçeya ANFê de wiha dibêje:

 Bakirhan, destnîşan kir ku namzetên DEM Partiyê ji bo xizmeta gel bi rê ketine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke hevşaredarên me xeletiyekê bikin ewil em ê ji wan hesabê bipirsin. Ji bo çand û zimanê xwe hene. Hûn hemû Yakûp Axa dizanin. Di sala 1926’an de ji bo gelê kurd mafên xwe yên demokratîk bidestbixe têkoşiya, cihekî gora wî jî nîne. Îro neviyê Yakûp Axa hatiye li dijî DEM Partiyê bûye namzet. Ligel kesên ku nikarin cihê gora wî jî nîşan bidin, ligel vê pergalê dixebitin. Dibe ku em ne neviyên Yakûp Axa bin lê em hevrêyên fikra wî ne. Li Dihê em ala wî hildigirin. Ji kerema xwe hûn jî kesên di nav AKP’ê de cih digirin hişyar bikin. Mala kurdan DEM Partî ye. Heke kurd hebe tê mala xwe. Li vir ji bo ku ji êşa vî gelî re bibe melhem têdikoşe. Em li ber bîranîna Yakûp Axa bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Ez bangê ne li neviyê Yakûp Axa yê bûye namzet dikim lê ji xizmên wî din re bang dikim, dengê xwe bidin namzetên DEM Partiyê û xwedî li mîretateya Yakûp Axa derkevin.”

Ji berî her tiştekî Bakirhan derewa dike û ew derbarê Yakup Axa de tiştekî nizane. Raste Kemalista Yakup Axa kuşt. Belkî ji ber wê jî îro neviyê wî ne partiyek Kemalist de bûye berbijêrê şeredariya Dihê. Gelo di kuştina Yakup axa de Bakirhan jî ne wek Kemalistan difikire? Bakirhan li Dihê ji bo çend denga wergirê derewa dike. Doh cardin Bakirhan digot, Em li tekoşîna Şêx Seid xwedî derdikevin. Lê ne raste ew li dijî hemû serhildanên Kurda bûn û serokê wan Ocalan serhildanên Kurda wek leyiztika Emperlayistan dinirxîne û Kurda ji bo dijê Kemalistan serî hildan bi pêşverûtiyê tawanbar dike.

Êger Bakirhan dirustbe dê ewilê gotinên Abdullah Ocalan di derbarê Şêx Seid û serhildanên Kurdan de tekzîb bike. Bila hingê behsa serhildana bike . Ew derewa dike.

Dihê ji bo PKKê gelekî girîng e. Hilbijartinên berê neviyê Yakup Axa serketinek destve anî û Dihê ji dagirkeriya PKKê xilas kir. Niha cardin berbijêre û li gora lêkolinên têne kirin, dê cardi serbikeve.

Kurd û Kurdistan bi tenê dema hilbijartina tê bîra DEMê. Daxûyaniyên reveberên PKKê esasin. Karasu vekirî ferman da DEMê ku, li gel Sosyalistan, li gel Kemalistan hevkariyê bikin. Niha siyaseta ku durû hevserokê DEMê rêve dibe, Kurda nikare bixapîne.

Ka berê xwe bidinê, Abdullah Ocalan serokê Bakirhan di derbarê serhildanên Kurdan de çi gotiye:

Ocalan di derbarê serhildanên Kurda de dibêje:

Di hejmara 222. a kovara Serxwebûn a Hezîrana 2000’an de bi sernavê “Nirxandina Serokê PKK’ê Rêheval Abdullah Ocalan” tiştên ku Ocalan li ser Şêx Seîd difikire hate weşandin. Ocalan Dibêje:

“Divê dîroka serhildanan baş were zanîn û rast were fêm kirin. Serhildanên berê li ser bingeha neteweperestiya paşverû bûn. Dibe ku hinek bibêjin ez ber bi Kemalîzmê ve diçim. Dijminatiya Kemalîzmê ne li xêra kurdan e. Serhildanên pêşî yên kurdan li Rojava hatin avakirin. Tişta ku min dixwest bibêjim ev bû: Wê demê emperyalîzmê hem li ser kurdan û hem jî li ser tirkan lîstik dilîst. Yên ku di wê demê de pêşengiya serhildanan kirin, nekarîn vê yekê bibînin. Pêwîste aliyên reaksiyonê yên Rêbertiyê bên dîtin. Ev lîstik hê jî berdewam dike.

“Serhildan nêzîkatiya desthilatdarên Kurd e. Divê bala Barzanî û Talabanî bê kişandin. Yê ku gelê Kurd û Kemalîzmê anîne vê rewşê, serhildanên Kurdane. Divê pirtûka Dogu Perînçek a ku behsa serdema 1919-24’an dike bê xwendin. Mistefa Kemal dê di sala 1919an de hemû azadî bida kurdan. Mustafa Kemal ji Kurdanre got: “Nekevin ber fêlbaziyê. Neyên lîstika avakirina dewleta Kurdistanê, nekevin lîstika avakirina dewleta Ermenîstanê. Bi Komarê re wê hemû azadiyên kurdan bihatana naskirin. Rast e, Ataturk bi perspektîfeke stratejîk nêzikî wê bûye. Vê yekê heta sala 1924 dom kir.

“Serhildana Şêx Seîd ji bo ku Kurd tawîzan bigirin, avêtin nav agir. Ev serhildan ji bo Kurdan bû felaketeke mezin. Barzanî û Talabanî bi vî awayî derketin holê. Bi namûsa Kurda hat lîstin û ew avêtin nav agir“

Rastî ev e, li gora PKKê diroka Kurdan bi wan destpêkiriye..Ji berî xwe tiştekî qebûl nakin. Îro qada siyasetê de bi dezenfarmasyon bi derewan heyina xwe li ser vî miletî ferz dikin.

Pustên heman beş