Çekdarên PYDê ofîsa PDK-Sê ya li Girkê Legê şewitand

Çekdarên PYDê ofîsa PDK-Sê ya li Girkê Legê şewitand

 Piştî Kobanê, Dirbêsiyê, Amûde û Dêrikê, ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Girgê Legê jî hate şewitandin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ragihand, derengiya şeva borî ofîsa wê li bajarokê Gerkî Legê yê ser bi Dêrikê ve, ji aliyê çekdarên PYDê ve hat şewitandin û ziyanên madî gihîştiyê.

Ev yek piştî wê tê, di çend rojên borî de, ofîs û ofîsên PDK-S û ENKSê li Kobanê, Dirbêsiyê û Amûde û Dêrikê jî rastî êrîşan hatibûn û hatibûn şewitandin.

Serokê Ofîsa Karûbarên Xwecihî yên ENKSê Neşet Zaza duh derbarê şewitandina ofîsên PDK-Sê de ragehandibû: “Ev kiryar nakevin xizmeta çi kesekî, ji bilî xizmeta dijminên miletê Kurd. Ciwanên Şoreşger bi dehan caran kiryarên wiha li ber çavên asayîşa kirine, lê asayîşê çi tiştek nekiriye û li pêşiya van kiryaran nebûye rêgir”.

Her di vê derbarê de jî Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê roja 8ê Adarê peyamekê li ser tora civakî ya “X” belav kir û tê de got, “Em li hember êrîşên li ser ofîsên ENKSê li bakur û rojhilatê Sûriyê dilgiran in”.

Pustên heman beş