Lîstika durû ya PYDê li hember êrîşên li ser ofîsên ENKSê û PDK-Sê

PYD- ENKS-PDK-S-Rojava-info

Ji destpêka meha Adarê û vir ve êriş û şewatên li ser ofîsên ENKSê û PDK-Sê li Rojava zêde bûne. ev rûdan ketin rojeva raya giştî û ji aliyê raya giştî a Kurd ve jî bertek hat nîşandan. Paşê, Balyozxaneya Emerîkayê ya li Sûryê di 8 ê Adarê de daxuyaniyek da û ragihand ku “divê êrîş demildest bi dawî bibin”. Lê bele êrîş bi dawî nebûn.

Nasnameya êrişkaran dîyar e “rêxistina Ciwanên PKK ê” ye

Şeva 10 ê Adarê li bajarê Dêrikê û 11ê Adarê jî li Girkê Legê nivîsgeha PDK-Sê hat şewitandin. Her çend kesên ku nivîsîngeh şewitandî wekî “kesên nasnameya wan nediyar” hatin binavkirin jî, lê nasnameya van êrişkeran weke rojê zelal e nasnameya wan PKKe ye. Berpirsiyarên sereke yên van çalakiyan pêkhateyên PKKê yên li Rojava bi navên cuda tevdigerin. Navê herî li pêş rêxistina bi navê Ciwanen Şoreşger e.

Van êrişan bênavber deh rojan berdewam kir, bûyer di medyaya civakî de bû mijareke balkêş û ya herî girîng jî Balyozxaneya Emerîkayê ya Sûryê daxuyaniyeke hişyariyê da, rêveberiya Rojava. Rêveberîya xweser ji bû xwe pak derbixe pêdivî daxuyanîyekê dît. Ev daxuyanî li ser navê Asayîşa Giştî ya Rojava hat dayîn.

Daxuyaniya durû ya Asayîşa Giştî ya Rojava

Di daxuyaniya ku duh li ser malpera fermî ya Asayîşa Rojava hat weşandin de hat gotin ku ew çûne cihê bûyerê û mudaxeleyî rewşê kirine û wiha hat gotin: “Ji bo girtina kesên ku bûyer pêk anîne lêpirsîn hatiye destpêkirin”.

Ev daxuyaniya Asayîşa Giştî ya Rojava ji aliyê medyaya Kurdî ve bê şîrove hat dayîn û rewşeke weke ku Asayîşa Giştî ya Rojava li dijî van şewitandinan û êrişane. Lêbelê, ev ne rast bû. Ev awayê ragihandina nûçeyan rastî kesên ku nivîsîngeh şewitandine bêguneh dibîne. Ev ne helwesteke li gel etîka rojnamegeriyê ye. Ji ber ku siyaseta ku li Rojava li ser mûxalefetê tê meşandin ji aliyê desthilatdariyeke navendî û li gorî polîtîkaya giştî ya PKKê tê meşandin. Bi rastî piştî daxuyaniya Asayîşa Giştî ya Rojava, ofîsa PKD-Sê li bajarê Girê Legê hat şewitandin. Girike Legê devereke pir kontrolkirî ye ku parzûngeha petrolê tê de ye û li her taxê binke û hêzên ewlehiyê hene. Ango, kesên ku nivîsgehek şawitandi, dizanibû ku ewê neyên girtin.

Êrîşên li ser ofîsên ENKSê û PDK-Sê ne biryara kes û komên biçûk e. Ev biryar di navenda rixistina PKKê de têne girtin. Lê yên vê biryarê pêktine rixistina Ciwanên Şoreşer e. Ciwanên Şoreşger, baskê rêxistina PKKê ya bi navê Komela Ciwan, ku navenda wê li Qendîl û Çiyayê Karoxê ye, rêxistineke kirêgirtî  û tenê biryarên navenda PKKê pêk tîne. Ji ber vê ve Ciwanên Şoreşker tenê hêza pratîkê ye.

Vitrin cûda ye pêkanîn cûda

Navê kesên êrişker qet ne girîng e, PKKe li Rojava bi dehan nav, sazî û komên cuda bi awayekî fermî û nefermî organîzekirine. Hemû saziyên ku behsa wan tê kirin dûvelokin. Endama Dîwana Hevserokatiya PYDê Fewza Yûsif (Zaxo Zagros) weke siyasetmedarekî sivîl derdikeve pêşberî televîzyonan û daxuyaniyan dide, piştre diçe Qendîlê û bi navê Zaxo Zagros tevlî civîna Meclîsa Rêveber a PKKê dibe. Îlham Ehmed ku Seroka Desteya Rêveber a MSDê ye jî bi navê Ronahî Efrîn di konseya rêveber a KCKê de cih digire.

Li Rojava sîstemeke rêveberiyê hetîye çêkirin ku xwedî du kesayet, nasname û erk in. Yanî navên erkdaran tenê bo kamuflaj tê bi kar anîn.

Her çendî ku Asayîşa Giştî daxuyaniyeke li gorî prosedurê û dabe jî, lê rastî berovajî vê yeke ye. Haya Asayîşa Giştî ji êrîşên li ser ofîsên ENKSê û PDK-Sê beriya ku bên kirin, hebû. Ji ber ku li her bajarê Rojava koordînasyona bajaran heye û di vê koordînasyonê de Asayîşa Giştî, hêzên leşkerî, hêzên partiyê, tevgerên jin û ciwanan bi hev re dicivin û tevdigerin.

yanî, Asayîşa Giştî nikare kesî bigire, ji ber ku ew hevkarên êrişkeran û hevparên heman tawanê ne. Ger wiha nebe, ne mimkûn e ku berpirsyarên êrişa li ser ofîsa Dêrikê neyê girtin. Ger cihê şewitî avahiyeke PYDê bûya, Asayîşa Giştî dê di nava 2 saetan de kesên ku ew şewitandibûn peyda bikira. Daxuyaniya ku li ser navê Asayîşa Giştî hatiye dayîn, weke zarûrîyetekê tenê bersivdana daxuyaniya balyozaxana Emerîka û ji ber bertekên raya giştî ya Kurd bû.

Li ser vê mijarê malpera me nivîsekî nirxandinê li ser şêwazê rûdan û sîstema Rojava belav kiri bû.

Mazlûm Ebdî berpirsê êrîşa li ser bîranîna Mele Mistefa Barzanî ye

 

Pustên heman beş