Mazlûm Ebdî berpirsê êrîşa li ser bîranîna Mele Mistefa Barzanî ye

mezlum-ebdi-kobani-kurd-rojava-info

Generalê nemir ê Kurd Mele Mistefa Barzanî di 45 saliya koça dawî de ji aliyê gelê Kurdistanê ve hate bibîranîn. Lê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê komek kesên rûreşên rûgirtî bi daran êrîşî avahiya ku dê bîranîn lê bê lidarxistin kirin. Êrîşker ne nijadperestên tirk bûn, ne şovenîstên ereb bûn, ne neteweperestên faris bûn, êrişker Tevgera Ciwanên PKKê bûn.

Kurdan li ser medyaya civakî bertekên tund nîşanî vê êrîşê dan. Her kesî û me hemûyan got “Yên ku ev kirin endamên Ciwanen Şoreşger in” lê me kêm got. Kesên ku bang li rêveberiya Rojava kirin jî hebûn ji ber ku Ciwanên Şoreşger rêxistineke serbixwe nîne pêkhateya PKK-PYD ê ye. Ev kesên bê deng mayîn yan bi nîyeteke baş in û nizanin PKK li kuderê çawa dibe, yan jî ditirsin ku bi eşkereyî bêjin PKKe ev kirîye.

Mazlûm Ebdî Kesek durû ye

Divê her kes baş bizane ku; Di sîstema rêxistinî ya PKKê de tu sazî û pêkhate bi serê xwe nikare biryareke wiha bide. Biryar ji navenda rêxistinê têne girtin û ber bi jêr pêktîne. Kiryarên vê koma çete ya bêexlaq a bi navê Ciwanen Şoreşger ku dîrok, hurmet û îrfanê nizanin, bi talîmatên jor ên PKKê tên meşandin. Yanî biryara êrîşa li ser bîranîna Mele Mistefa Barzanî li Kobaniyê ne biryara komeke ciwanên xwûrî ye, rasterast biryara rêveberiya PKKê ya li Rojava ye. loma jî rast e rast  Mazlûm Ebdî berpirsyarê vê êrişê ye.

Her kes dizane ku Mazlûm Ebdî jî Kobanî ye, ji nêz ve bi Kobanî re eleqedar e û hemû malbat, xizm û mirovên pêbawer ên wî li Kobanî bi cih bûne. Mazlûm Ebdî li Rojava herêmeke biçûk a desthilatdariyê ji xwe re çêkiriye û bi fermana wî ev êrîş û çalakiyên wiha tên kirin. Kesên Mazlûm Ebdî nas dikin, baş dizanin ku wî li Ewropayê çawa bi lêdan û kuştinê dikirin. Di sala 2004 de li hemberî kesên ji PKKê veqetîya yî sûîqast kirin û ew bi hovane di kûştin. Mazlûm Ebdî bi pratika xwe ya qirkirina muxalefetê xwedî tecrûbe kî dêrîn e. Berpirsiyarê bûyera Kobanî jî Mazlûm Ebdî ye. Ji ber vê yekê, divê em hemî rasterast hesabê ji wî bipirsin.

Mazlûm Ebdî li hemberî rêveberiya Herêma Kurdistanê xwedî helwesteke durû ye. Durûtî di vir de helwesteke bi du navan e, ne bi mecazî lê bi rastî welê ye. Mazlûm Ebdî yekem kes e ku bi nav û rûyê xwe “spasiya Serok Barzanî dike, sersaxiyê radigihîne, daxwazên piştgiriyê dike”. Rûyê wî yê duyem jî ew kesê Şahîn Cîlo (Kobanî) ku di nav PKKê de tê naskirin û gotibû “Em ê êrişî Pêşmerge bikin” û êrîşî bîranîna rehmetî Mele Mistefa organize kir.

Wan di got em ê demokrasiyê bînin cîhanê, lê bûn faşîst

Rêveberiya Rojava – lê tenê em ji wan re dibêjin Rojava, PKK jê re dibêjin Bakurê rojhilatê Sûriyê. PKKê sala 2013 an û vir ve bi ragihandina kantonê, ragihandina konfederalîzma demokratîk û ragihandina jiyana hevpar a azad, îdea dikir ku wê demokrasiyê îxracî cîhanê bikin. Bi navê Peymana Civakî jî destûr çêkirin. Lê di pratîkê de, piştî vê axaftina azadî û demokrasiyê, hewl didin pergala herî paşverû, totalîter, mêtinger ava bikin û faşîzmê li ser gelan ferz bikin. Bi rastî dema ku tu li ciwanên bi dar û rûyên girtî duh ên li Kobaniyê dinêrî nijadperestên tirk û ciwanên ûlkûcû yên faşist tên bîra me. Yanî ciwanê ku PKK ê afirandiye çi nasîbê xwe ji exlaqê civakî, nirxên netewî û edebê ne giritî ye.

Her tiştê em bidin alîyekê, vê grûpa Çete û aqilmendên wan PKKê, tehemûla bîranîna rêberê mezin ê kurdan ku têkoşîna kurdan ya sed salan li ser milê xwe girtiye û remza netewî ye, nekirin. Çepê Tirkan dikarin wêneyên serokên xwe li Kobaniyê daliqînin, Ereb dikarin wêneyên Hafiz Esad û kurê wî daliqînin, lê Kurd nikarin wêneyên Mele Mistefa Barzanî daliqînin.

Gotin em ê demokrasiyê bînin, faşîzmê anîn, gotin em ê kurdan rizgar bikin, dîktatoriya partiyê ava kirin, çi dibêjin berovajî wê  dikin. PKK êşa penceşêrê ye ketî nava damarên netewa Kurd de.

Pir eşkere ye ku Mele Mistefa Barzanî di dirêjahiya sedsala 20 an de li dijî her sîstemeke dij-Kurd ango, ji Osmanîyan,dijî Îngilîzan, dijî Îranî û li dijî Îraqî şer kiriye. Ji ber vê rastîya jî bûye aramanca êrişên kesên ku Kurdistanê îstismar dikin. Cihê ku sal yada Nemir Mele Mistefa Barzanî qedexe be,bizanin ku li wir fikra kolonyalîstan heye.

Êrîşa li dijî bîranîna Nemir Mele Mistefa ya li Kobaniyê, îspat dike ku PKK amûreke ku kolonyalîs ji xwe re bikar tîne. Dema ku wan difikirîn mirovan bi dijwarî çavtirsandî bikin, lê rastîyê de PKK karekterê xwe yê dij-Kurd û faşist eşkere kir. pêdvî ye ku ev îxanet û bêrêzî bi tûndî were şermezar kirin.

Pustên heman beş