Dadwerekî Kurd xwe ji endametiya Dadgeha Federalî vedikêşe

Dadwer-Kur-federal-iraq-kurdistan

Yek ji du dadwerên Kurd ên Dadgeha Federalî radigehîne, wekî diyarkirina nerazîbûna xwe li dijî biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Îraqê yên li dijî qeware û fermanberên Herêma Kurdistanê, biryar daye xwe ji endametiya wê dadgehê vebikêşe.

Ebdulrehman Silêman, ku Yek ji du dadwerên Kurd ên Dadgeha Federalî ye, îro (Sêşem, 12.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, wekî diyarkirina nerazîbûna xwe li dijî biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî ya Îraqê yên li dijî qeware û fermanberên Herêma Kurdistanê, biryar daye xwe ji endametiya wê dadgehê vebikêşe.

Dadwer Ebdulrehman Silêman got, “Min wekî Nûnerê Herêma Kurdistanê di dema borî de li Dedgeha Federalî kar kiriye. Ez hêvîdar bûm ku di wê demê de wekî bergirîkerekê baş ê Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê Îraqê de kar bikim, lê piştî derbazbûna nêzî sê salan li ser karê min, ez gehiştim wê bawerê ku berdewamîdana min li wê dadgehê rêyê nade min ku wî karî bikim ê ku ez pêxemetî wî hatibûm”.

Pustên heman beş