Hat îdia kirin li Bakurê Kurdistanê hewla kuştina Erdogan hatiye dayîn

Hat îdia kirin li Bakurê Kurdistanê hewla kuştina Erdogan hatiye dayîn

Duh 13.03.2024ê otomobîlekî karwanê otomobîlên Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan, di rêya navbera Şirnex û Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê de rastî bûyerekî hatûçûnê hat û di encamê de zêrevanekî (parêzvan) Erdogan canê xwe ji dest da. Lê gotegot û angaşt ango îdîa hene ku Erdogan ji hewldanekî terorkirinê rizgar bûye.

Duh dema Serokomarê Tirkiyê ji bo bangeşeya helbijartinên şaredariyan serdana Şirnex a Bakurê Kurdistanê kir û ji wê derê jî derbasî Hezexê bû ew bûyer pêkhat.

Erdogan piştî Hezexê ber bi Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê birêket ku mîtîngekî mezin pêkbîne, lê otomobîlek li karwanê otomobîlên wî rastî bûyerekî hatûçûnê hat û ji ber wê zêrevanekî wî jiyana xwe ji dest da, 2 zêrevanên din jî birîndar bûn.

Herçend di beşek çapemenî û torên civakî de wisa hate belav kirin ku Erdogan rastî êrîşeke terorîstî hatiye û zêrevanekî wî jiyana xwe ji dest daye, lê hemû çapemeniya Tirkiyê, bi taybet çapemeniya ser bi opozîsyonê jî bi çi awayekî behsa wê angaştê nekiriye, ku Erdogan ji êrîşeke terorîstî rizgar bibe û hemûyan behsa wê yekê kir ku otomobîlek rastî bûyerekî hatûçûnê hatiye û ji ber wê parastvanekî Erdogan canê xwe ji dest daye. 

Pustên heman beş