121 sal di ser jidayikbûna general Mela Mistefa Barzanî re derbas dibin

121 sal di ser jidayikbûna general Mela Mistefa Barzanî re derbas dibin

Roja 14ê Adarê di dîroka Kurdistanê de, xwedî cihekî taybet e ku di rojeke wek îro ya sala 1903an de, Serokê Tevgera Rizgarîxwaza Gelê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî jidayik bû.

Bi vê boneyê, xelkê Kurdistanê bêyî cudahiya bîr û baweriyên xwe, netewe û olên xwe, merasîmên curbicur lidar dixin, ji ber wê jî civata niştimanî ya Kurdistanê ev roj kiriye, weke rojeke betlaneya fermî.

General Mela Mistefa Barzanî, rêberê mezintirîn şoreş di dîroka rizgarxwaziya gelê Kurdistanê de ye, di dirêjahiya temenê xwe de wî dest ji daxwazkirina mafên xelkê bernedaye, hewl ji bo bidestanîna daxwazên wî yên neteweyî daye û rêbazeke tijî daxwaziyên neteweyî û niştîmanî li pey xwe hiştiye û bûye serkirde û nimûneyeke bilind a rastgoyî û daxwaz û mafên neteweyî.

Mela Mistefa Barzanî, di qonaxeke dîrokî û çarenivîsdar de, têkoşîna li dijî dagirkerên hêzdar û bi piştevan hilbijart ku gelê kurd di serdemeke tijî êş û azar de dijiya ku ji bilî xwedê û rewayetiya doza û amadehiya zarokên gelê kurd ji bo azadiyê, ti piştevanî penayeke din jê re nebû. Lê belê bi vîneke bihêz, bi xwebawerî, rewabûna doza xwe û bi wêrekî şer ji bo miletê xwe kir û mîrateyeke mezin a têkoşînê li dijî zilm û zordariyê ji gelê kurd re hişt.

Pustên heman beş