Balafirên keşfê yên Tirkiyê bombe li komeke karkeran barandin

Balafirên keşfê yên Tirkiyê -info

3 Balaifrên keşfê yên Tirk herêmên ku hêzên Kurdî û rejîma Sûryê lê bicih bûne kirin hedef, di encamê de ciwanek hat kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Li gorî Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja yekşemî 17/3/2024ê, balafirên keşfê yên dewleta Tirk komeke karkeran li derdûra Til Rifatê li gundewarê bakurê Helebê kirin armanc, yek ji wan jiyana xwe ji dest da û hejmarek jî bi birînên curbicur birîndar ket.

Her wiha artêşa Tirk bi du balafirên keşfê gundên Kelouta û Xerab El-Şams ên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê, yên ku hêzên Kurdî û yên rejîmê lê bicih bûne, kirin hedef, lê heta niha derbarê ziyanên mirovî de agahî nehatine bidestxistin.

Di 9ê Adarê de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov aşkere kir ku di encama topbarana hêzên Tirkiyê û grûpên ser bi wan ve bi topa giran li gundê Şêx Îsa, du welatiyên bi giranî birîndar bûne.

Pustên heman beş