Li sînorê Helebcê kolberekî Rojhilatê Kurdistanê hat îşkencekirin

Li sînorê Helebcê kolberekî Rojhilatê Kurdistanê hat îşkencekirin

Kolberekî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên parêzvanên sînor ên ser bi Iraqê ve hate îşkencekirin.

Li gor girte vîdeoyekî ku di torên civakî yên Rojhilatê Kurdistanê belav bûye, kolberek piştî ji aliyê hêzên parêzvanên sînor ên li navçeya Tewêle ya ser bi parêzgeha Helebce ve hat girtin, li wî didin û wî îşkence dikin.

Di girte vîdeoyê de kesek bedena wî kolberî nîşan dide û dibêje: ‘’Hêzên parêzvanên sînor barê wî jê standine û gelek li wî dane û ew tometbar kirine bi hewla wergirtin û jê standina çeka parêzvanekî sînor.’’

Di heyama borî de jî gelek kolberên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê parêzvanên sînor ve li sînorê Tewêle hatin girtin û li wan dan û piştre jî serê wan traşîbûn.

Pustên heman beş