Li Îzmîr û Mêrsînê 16 kes bi sedema PKKê hatin desteserkirin

Li Îzmîr û Mêrsînê

Li parêzgehên Îzmîr û Mêrsînê yên Tirkiyê 16 kes bi sedema endambûna rêxistina PKKê hatin desteserkirin.

Îro roja çarşemî 19\3\2024ê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li parêzgehên Îzmîr û Mêrsînê bi ser gelek malan de girtin û 16 kes bi sedema endambûn û piropagandaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) û yekîneyên parastina gel (YPGê)” hatin desteserkirin..

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta PKKê xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Berî hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê operasyonên desteserkirin û girtinê zêdetir bûne.

Pustên heman beş