Erdogan careke din gefa destpêkirina operasyona berfereh a peyade da

Erdogan -pkk-kurdistan

Serokkomarê Tirkiyê ragehand, ewê li vê havînê ewlehiya sînorên xwe yên bi Îraqê re bi temamî kontirol bikin, ev gotina Erdogan tê wateya gefa destpêkirina operasyoneke berfereh ya peyade li hundirê Başûrê Kurdistanê.

Recep Tayyip Erdogan got, “Em dê ji havîna îsal ve ewlehiya sînorên xwe yên bi Îraqê re bi temamî kontirol bikin û teqez em dê xebatên xwe yên ku li Sûryeyê neqediyane jî biqedînin”.

Serokomarê Tirkiyê li Enqerê li gel wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yeşar Guler beşdarî bernameya fitarê bû.

Di bernameya fitarê de Erdogan bal kişand ser ewlehiya sînorên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û got: “Demekê dirêje Tirkiye, li dijî PKKê amadekariyên operasyonên nû yên leşkerî dike. Ewlehiya sînorên me yên bi Îraqê re dê îsal havînê bên kontirolkirin”.

Derbarê Sûryê jî Erdogan wisa got”Em dê karê xwe yê ku li Sûryeyê nîvero maye jî bê şik dê bi dawî bikin”.

Pustên heman beş