Eskerekî Tirk hat kuştin û 4 birîndar bûn

pence-kilit-esker-pkk-net

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand di pevçûnên li gel çekdarên PKKê de, eskerekî Tirk hat kuştin û 4 jî birîndar bûne, li hêla din 6 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê duh roja çarşemî 19\3\2024ê ragihand ku li herêma operasyona (Pence -Kilîtê) ji enca îrîşeke PKKê ya li ser nuqteyên wan, esekerkî Tirk hat kuştin, her wiha 4 birîndar bûn.

Destnîşan kir, 6 çekdarên PKKê jî di vê pevçûnê de hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê cîhê ku ev pevçûn lê derketiye destinîşan nekir û tenî got ku li herêma operasyon (Pence -Kilîtê) ye.

Artêşa tirkiyê roja 17ê nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê (Pence -Kilît) kir û operasyon heta niha berdewame. Operasyona (Pence -Kilît) navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digre.

Pustên heman beş