Du kolber bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bûn

Du kolber bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bûn

Du kolberên xelkê bajarên Seqiz û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Bane bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve bi giranî birîndar bûn.

Duh 19.03.2024ê li sînorê Hengejale ya Bane, hêzên ewlehiya Îranê komeke kolberan gulebaran kirin û du kolberên bi navên Mehdî Şerîfî yê temen 23 salî û xelkê bajarê Seqizê û Silêman Emînî yê temen 28 salî yê xelkê bajarê Bane bi giranî birîndar bûn.

Vê derbarê de Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, ew du kolbere bi armanca çareseriya bijîşkî ji nexwaşxaneyên bajarê Bane re hatine veguhestin û li gor zanyariyan rewşa tenduristiya Silêman Emîn ne di cîh de ye.

Pustên heman beş