PWKê helwesta xwe ya ji bo hilbijartinan ragihand

Partiya Welatparêzên Kurdistanê-pwk-net

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWKê) helwesta xwe ya ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê ragihand. Di daxuyaniya nivîskî ya PWKê de şert û mercên ku di namzedên şaredariyan de tên xwestin hatin diyarkirin û hat ragihandin ku ew ê dengên xwe bidin namzedên welatperwer û demokrat ên ku bikaribin maf û azadiyên gelê Kurd biparêzin û heger namzedên bi vî rengî tunebin jî ew ê dengên xwe bi kar neynin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) de hat diyarkirin ku meclisa wan ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an bang li partiyên siyasî, dezgehên sivîl û pîşeyî û kesayetên qebûlbar kir û pêşniyaz kir û got: ‘Bi beşdariya potansiyela herî berfireh a civata Kurdistanê, li ser daxwazên lezgîn ên gelê Kurd û bi perspektîfa ku em modela navendî, neteweyî, demokratîk a rêveberiyên herêmî bi hev re ava bikin, werin em Platformên Hilbijartinên Herêmî ava bikin û werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, em bajarên xwe bi hev re îdare bikin.’ Lê tevî ku beşeke dorfireh a civatê û gelek dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar bi awayekî erênî pêşewaziya vê pêşniyaza me kir jî partiyên siyasî xwe nedan ber vê pêşniyaza me û Platformên Hilbijatinan ên Herêmî nehatin avakirin. Helbet ev encam nayê wê wateyê ku siyaset û pêşniyaza me xelet bû. Bi ya me, xeletî di wê yekê de bû ku partiyên siyasî li gorî hişmendiyeke hevbeş tevnegeriyan, bi siyaseteke xelet û bi hişmendiyeke ezezîtiyê tevgeriyan û di encamê de xwe nedan ber avakirina Platformên Hilbijartinan ên Herêmî yên hevbeş.”

Di dewama daxuyaniyê de şert û mercên ku ew ê wekî PWK dengên xwe bidin kîjan namzedan jî hatin eşkerekirin û bi berdewamî wiha hat gotin:

“Piştî ku Platformên Hilbijartinan ên Herêmî yên hevbeş nehatin avakirin, di rewşa îro ya heyî de PWK dê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de li gorî vê perspektîfa siyasî û modela rêveberiyên herêmî ku me li jor pênase kiriye, dengên xwe bidin namzedên welatperwer, demokrat ên ku ji bo Kurdistanê statuyeke siyasi, gelî, erdnîgarî û daxwazên lezgînî yên gelê Kurd di deklerasyonên xwe yên hilbijartinê de bi cih bikin û biparêzin. Li cihên ku namzedên bi van xisûsiyetan tunebin, em ê dengê xwe nedin tu kesî.”

Pustên heman beş